Netanyahu bi sedema Bahreynê sipasiya Trump kir

Netanyahu bi sedema Bahreynê sipasiya Trump kir

PeyamaKurd – Bi sedema ku serokê Amerîkayê Donald Trump piştî têkiliyên Îsraîlê û Îmaratan danî û di peyde têkiliyên Îsraîlê û Bahreynê normal kir, serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû sipasiya Trump kir.

Netanyahû bi awayekî zindî peyamekî belav kir û razîbûna xwe bo peymana navbera Îraîlê û Bahreynê bilêv kir. Netenyahû behsa peymana sala 1994 an ya di navbera Îsraîlê û Urdunê kir û weha got:

“Peymana ewilî; ya me bi dewletekî Ereb re çêkir, duyem; ya me bi Ûrdunê re çêkir û ya sêyem ya ku me bi Îmaratan re kir, 26 sal dewam kir. Ji peymana sêyem bo ya çarem em bikin ne 26 sal lê 29 roj dewam kir. Çi guhertinekî mezine!”

Peyamana bi Bahreynê re peymana çareme ku piştî peymanên bi dewletên Ereb re bi Misir, Urdun û Îmaratan re hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin