PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku bi serpereştiya Wezareta Derve ya Amerîkayê civîya û nûnerên 79 welatan beşdarî kirin, encamnameyek ragihand.
Di encamnameya civînê de hat gotin, “Têkdana hebûna DAIŞê li ser erdên Sûriye û Iraqê pêşveçûneke girîng e, lê ev nayê wateya ku têkoşîna me ya dijî DAIŞê bidawî bûye.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ligel kêfxweşiya bo têkbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê jî heger tedbîr neyên standin, dibe rêxistin ji nû ve zindî bibe û ev yek neyê îhmalkirin.
Di civînê de li ser qonaxa serkeftina li dijî DAIŞê hat axaftin û hat diyarkirin ku dê parastina wan destkeftîyan li qadên din jî berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin