HPG: Ti ziyan negihîstiye hêzên me...

HPG: Ti ziyan negihîstiye hêzên me...

PeyamaKurd – Baskê PKKê yê leşkerî HPGê ragihand ku di encama êrîşên balafirên şer ên Tirkiyê de ku şevê din pêk hatiye, ti ziyanek negihiştiye hêzên wan.

Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êrîşên şeva borî ti ziyanek negihiştiye hêzên wan û diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, kampa penaberan a Mexmûrê, Şingal, qadên Sîda û Şehîd Rustem ên Zapê, qada Werxelê ya herêma Avaşînê, qada Sininê ya herêma Xakurkê û qadên Şehîdan û Zergelê yên herêma Qendîlê bombebaran kirine.

HPGê li ser êrîşa nêzîk kampa penaberan a Mexmûr û Şingalê jî got, “Li herêmên navborî liv û tevgereke hêzên me yên HPGê nîne.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîş li dijî destketiyên gelê Kurd û gelên herêmê hatiye kirin û ‘ti cudahiya zihniyeta DAIŞê û êrîşên dijî gelên Mexmûr û Şengalê nîne’.

Di êrîşa Tirkiyê ya şevê din a ser Şingalê de jî li gorî zanyariyan, 3 şervanên YBŞê birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin