Congayan xwe avêt nav arenayê û 17 kes birîndar kirin

Congayan xwe avêt nav arenayê û 17 kes birîndar kirin

PeyamaKurd – Li herêma Katalan a rojhilatê Îspanyayê di pêşbaziyên congayan de, du congayan xwe avêt nav arenayê û 2 ji wan bi xedarî 17 kes birîndar kirin.

Hat ragihandin di pêşbaziya Correbou ya congayan de ku li navçeya Videras a bajarê Girona yê herêma xweser a Katalonyayê roja yekşemê hat lidarxistin de, 2 conga beziyan nav arenayê ku gelek kes tê de bûn û 17 kes birîndar kirin.

Parlamentoya Katalonyayê sala 2010an şerê congayan qedexe kiribû, lê pêşbaziya Correbou ya congayan jî serbest berdabû.

Piştî bûyerê Şaredarê Vidreresê ragihand ku ew dê sala bê pêşbaziya Correbou jî qedexe bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin