Hewlêr | Ji 212 haletan tenê 3 nexwesên Korona mane

Hewlêr | Ji 212 haletan tenê 3 nexwesên Korona mane

PeyamaKurd - Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihand, 11 roj in ti haleteke pêketina bi vîrusa koronayê li Hewlêrê nehatiye tomarkirin.

Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re daye xuyakirin, 11 roj in ti haleteke pêketina bi vîrusa koronayê li Hewlêrê nehatiye tomarkirin. Herwiha pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan li sînorê parêzgeha Hewlêrê berdewam in.

Mihemed got, li parêzgeha Hewlêrê 212 kes bi vîrusa koronayê ketibûn, jê 208 nexweş baş bûne û kesekî wefat kiriye û niha tenê 3 nexweşên koronayê mane.

Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê li ser rênimayên bo Cejna Remezanê jî ragihand, ji ber ku li welatên cîran û Iraqê vîrusa koronayê belav dibe, divê welatî pabendî rênimayên xweparastinê bibin.

Heta niha Herêma Kurdistanê 413 kes bi vîrusa koronayê ketine, 5 kesan can ji ber nexweşiya Covid-19 can daye û 393 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin