PeyamaKurd - Serokomarê berê yê Ermenistanê Robert Koçaryan bi hinceta ku ji ber mudaxeleya polîsan a protestoyên sala 2008an bûye sedema kuştine 10 kesan, hat girtin.
Bi hinceta ku Serokomarê berê Koçaryan pergala destûrî binpê kiriye doz lê hatibû vekirin.
Koçaryan beriya niha jî bi heman tawanê hatibû cezakirin û bi kefaletê hatibû berdan.
Dadgeha Bilind a Ermenistanê cezayê Koçaryan pesend kir û ji nû ve biryara girtina wî hat dayîn.
Di xwepêşandanên îtiraza hilbijartinên seroktiyê yên Ermenistanê de ku 1ê Adara 2008an rû dabûn, 2 ji wan polîs 10 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin