PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Feyyaz Nihme ragihand ku plana hikûmeta Iraqê heye ku di navbera Tirkiye û Iraqê de xeta boriyeke nû ya petrolê çêbike ku rojane qebareya veguhestina petrolê bi xetê re milyonek bermîl be.
Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Feyyaz Nihme di daxuyaniyekê de diyar kir ku Wezareta Petrola Iraqê plan heye bo çêkirina xeta boriyeke nû ya petrolê di navbera Iraq û Tirkiyê de.
‘Xeta nû dê bandora li ser petrola ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê te hinardekirin neke’
Feyyaz Nihme da zanîn ku xeta boriya nû, dê ti bandora xwe, li ser petrola ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê te hinardekirin nebe.
‘Rêjeya hinardekirinê dê zêde bibe’
Derbarê petrola Kerkûkê ya bo Tirkiyê tê veguhestin de jî Nîma got: “Di rewşa niha de ji Kerkûkê rojane 100 hezar bermîl petrol tê hinardekirin. Em di wê baweriyê de ne ku li gor nirxê petrol û mercên weberhênanê rêjeya hinardekirinê dê zêde bibe.”
Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Iraqê herwiha tekez kir ku Iraq bi taybetî di aliyê petrol û gaza sirûştî de li bazara enerjiyê ya cîhanî ciheke xwe yê mezin heye û got divê rolake girîng a Iraqê di vî warî de hebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin