Serokê Heyva Sor a Tirkiyê yê di erdhejê de çadir firotibûn îstifa kir

Serokê Heyva Sor a Tirkiyê yê di erdhejê de çadir firotibûn îstifa kir

PeyamaKurd – Serokê Heyva Sor a Tirkiyeyê (Kizilay) Kerem Kinik ku derketibû holê di dema erdhejên 6ê Sibatê de, çadir firotine piştî gotinên nerazîbûnê yên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 12ê Gulanê dest ji kar berda.

Erdogan doh di bernameyeke televizyonê de, nerazîbûna xwe ji bo firotina çadiran nîşan dabû ku beriya niha jî çend wezîrên hikûmetê banga îstifayê li Kerem Kinik kiribûn.

Kinikê ku beriya hilbijartinên 14ê Gulanê bi du rojan îstifa kir, ji sala 2016an ve serokê Heyva Sor bû. Piştî firotina çadiran daxuyaniyên wî rastî bertekên tund ên opozîsyonê hatibûn û banga îstifayê lê hatibû kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin