PeyamaKurd- Li bajarê Entabê sinagoga ku di sala 1979an de hatibû girtin û nema lê ayîn dihat kirin, piştî 40 salî car din bi fermana serokatiya komarê hat vekirin. Gelek cihû ji bajar û welatên din hatin Entabê û tevlî ayîna bi navê Cejna Hanûka bûn. Avahiya sînagogê berê ji aliyê Zanko ya Entabê de hatibû nûkirin û weka navenda zankoyê dihat bikaranîn.
Kesên ku tevlî pîrozkirina cejna Hanûka bûn, serokê hahaman Rav Îshak Haleva, nûnerê serokên hahaman yê Tirkiyê Yaşar Bildirici, serokê rêxistina cemaeta Mûsewiyan Îshak Îbrahîmzadeh, ji wezareta karên derve ya Tirkiyê Adnan Keçeci û ji welatên Ewrûpa, Amerîka, Îsraîlê cihûyên ji Entabê ne lê li wan welatên navborî dijîn tevlî merasimê bûn.
Mûsewiyên ku bi eslê xwe ji Entabê ne, bêriya Entabê kiribûn û weha gotin: “Em ji Entabê derketin lê Entab ji dilê me derneket.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin