PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê mîtingek li dar xist.
Di mîtingê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli ku ji kar hatiye dûrxistin axiftinek kir û li dijî tayînkirina qeyûman got: “Emê têkoşîna demokrasî û azadiyê dewam bikin. Emê qeyûman bişînin û ji bo berbangek nû şiyar bibin. Emê di spiya laçika dayikên aştiyê de, aştiyê emanetî we bikin. Ji bo aştiyek birûmet em soz didin Amedê, emê bi ser bikevin, emê bi ser bikevin.”
Mizrakli bibîr xist ku dibêjin bi rêya qenalên televîzyonê ‘Ji çiyan re pere dişîne’ û diyar kir, “Xwedê bela xwe bide wan. Xwedê şahidê me tu qirûşê vî gelî ji bo tu kesî neşandiye. Lê me dît ku qeyûmên berî me çi kirine. Me rastiya wan hemû derxist holê.”
Hevserokê HDPê Sezaî Temellî jî di axaftina xwe ya mîtingê de got: "Em tu carî paş ve gav navêjin. Ji bo aştiyeke bi rûmet em ê têbikoşin” û li ser hilbijartinan ev peyam da:
"Ji xwe sindoq ji bo me tên, rêhevalno amade bin. Çawan ku me di 31ê Adarê qeyûm avêtin, emê niha jî van hemûyan ji welat bavêjin û welat ji wan rizgar bikin.”
Piştî axaftinan hunermend Mem Ararat derket sehnê û mîtinga 1ê Îlonê bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin