PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ragihand ku ew çend bo çareseriya mijara Kibrisê xebitîne lê li ba Kibrisa Rûma pere nekiriye. Mijara Kibrisê piştî gelek mijarên niha ku zelal bibin wê bêhtir bikeve rojevê ji ber ku Derya Sipî xwediyê gelek dewlemendiyên binaxê ye û Tirkiye weka garantore dewleta Kibrisê ya Tirka niha di behrê de sondaja xazê, petrolê û hîdrokarbonê dike. Erdoğan li ser mijarê weha got:
“Bo li giravê çareseriyeka adil û mayînde çêbibe, me wek Tirkiye gelek hewl da lê mixabin Kibrisa Rûman ti bersiveka baş neda me. Di serî de Yekîtiya Awrûpayê mafê ti kesê tine ye ku Tirkê Kibrisê bike esîrê destê leystikên Rûman. Di çarçoveya sozên dîrokî yên ku me daye de, wê ala Kibrisa Tirka çawa li bejayiyê bilind kiriye wê li behrê û esmana jî bilind bibe. Di vê rêyê de çi ji destê me were em ê bikin.”
Erdoğan got ku ew weka wetenê esasî û garantor, wê li rex Kibrisa Tirka ciyê xwe bigrin. Hem ew hidrokarbona ku li rojhilata Derya Sipî tesbît bûye, mafê Tirka tê de heye û wê destûrê nedin ku mafên Tirka bê xesbkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin