PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi şanda Hikumeta Norwecê ya bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Norwecê bo Karûbarê Iraq û Sûriyê Nout Lein re civiya.
Hat ragihandin ku di civînê de, guhertinên dawî yên li Iraq û Sûriyê û pêşxistina pêwendiyên di navberna herêma Kurdistanê û Norwecê de hatine gotubêj kirin
Nûnerê Wezareta derve ya Norwecê, pesnê Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê da, ji bo rola avakar di kêmkirina aloziyên navçeyê û aramkirina rewşê de û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel herêma Kurdistanê bi taybet, di warê aborî û berdewambûna alîkarîyên mirovî yên Norwecê bo penaber û awareyên li herêma Kurdistanê derbirî.
Mesrûr Barzanî, ji bo rola wan di Hevpeymaniya Navdewletî de, bo rûbirûn a DAIŞê spasiya Hikumeta Norwecê kir ku niha li çend navçeyên Iraqê hebûna DAIŞê gefek cidî li ser welatiyan e.
Serokwezîr Barzanî bal kişand ser ku ji bilî alîkarî û hemahengîya serbazî, pêwîst e hewl ji bo nehiştina wan faktoran jî bê dayîn ku dibin sedema geşkirina terorê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin