PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan, li paytex Erîvanê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku ew amde ne têkiliyên xwe û Tirkiyê asayî bikin.
Paşinyan got, “Em amade ne di çarçoveya normalkirina pêwendiyên li gel Tirkiyê de, ji bo dubare vekirina rêyên bejahî û rêhesinê bo çûnûhatinê bi Tirkiyê re danûstandinê bikin.”
Paşinyan herwiha bal kişand ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê asayîkirina pêwendiyên ligel Ermenistanê de û diyar kir, em di wan daxuyaniyan îhtimala asayîkirina pêwendiyan dibînin.
Serokwezîrê Ermenistanê da zanîn ku Rûsya ji bo alîkariya di vê mijarê de amadebûna xwe nîşan daye û welatên wekî Fransa û Amerîka jî bi vê proseya asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Ermenistanê re eleqedar dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin