Bînalî Yildirim: Reqîbê min Îmamoglu li pês e, wî pîroz dikim

Bînalî Yildirim: Reqîbê min Îmamoglu li pês e, wî pîroz dikim

PeyamaKurd - Hilbijartinên dubare yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu û namzedê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Binalî Yildirim hevrikiyê dikin îro 23yê Hezîranê birêve çûn.

Beriya ragihandina fermî ya encaman namzedê AKPê yê Stenbolê Binalî Yildirim serkeftina hevrikê xwe Îmamoglu pîroz kir.

Yildirim di yekem daxuyaniya xwe ya piştî dengdanê de wiha got:

"Îmamoglu pîroz dikim. Hêvî dikim encam bibin sedema xêrê. Biryara Stenboliyan ya bo 5 salan ji 15 milyon welatiyan re bi xêr be."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin