PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, bi Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz re pêwendiyeke telefonî pêk anî û di daxuyaniya piştî wê hevdîtinê de hate ragihandin, ew bi darê zorê derxistina ji Xezeyê ya Filîstîniyan qebûl nakin
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Blînken ji Gantz daxwaz kiriye ku tundûtujiya li Xeta Rojava ya niştecihên Cihû li ser niştecihên Filîstînî divê bê rawestandin.
Herwiha daxwaz hatiye kirin, demildest alîkariyên mirovî bo Xezeyê bê gihandin û ji bo hemû dîlgirtiyên di destê Hemasê de, welatiyên Amerîkî jî di nav de werin berdan, danûstandin ligel Îsraîlê hatiye kirin.
Blînken çareseriya du dewletî dubare bibîr xistiye û gotiye, "Em bi Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî re li ser rewşa Xezeyê, girîngiya parastina sivîlan û redkirina bi darê zorê derxistina Filîstîniyan ji Xezeyê axivîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin