PeyamaKurd- Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, ku 8 kesên din li Hewlêrê tûşî vîrusa koronaya nû (Covid-19) bûne.
Wezareta Tendirustiyê aşkere kir, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên tuşî Covid-19ê bûn, gihişte 150 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyanoyekê amarên nû yên pêketina bi vîrusa korona li parêzgehên Herêma Kurdistanê ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê hejmara giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê 128 kes in, jê 2 haletên mirinê hene û 55 kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Wezareta Navxwe ya Hikumeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê li ser rêkar û rênimayên xweparastina ji vîrusa koronayê hişyariyeke tund da kesên li gorî biryaran tevnagerin. Di daxuyaniyê ew derdorên ku yasayan binpê dikin û hewla xwepêşandanan didin, bi tundî têne hişyar kirin ku wê bên sizadan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin