Agirbesta li Xezzeyê: Qeter wê roja biryar bikeve meriyetê eskere bike

Agirbesta li Xezzeyê: Qeter wê roja biryar bikeve meriyetê eskere bike

PeyamaKurd – Qeterê ragihand ku wê di nava 24 saetan de agirbesta 4 rojan a navbera Îsraîl û Hamasê bikeve meriyetê.

Wezareta Karên Derva ya Qeterê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser platforma medyaya civakî Xê da bal kişand ser agirbesta însanî ya di navbera Îsraîl û Hamasê da.

"Navberek mirovahî hat dayîn." Hat destnîşankirin ku hewldanên Misir, Amerîka û Qeterê yên wek navbeynkar ên ji bo agirbesta ku tê gotin, bi ser ketin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, rêveberiya Qeterê wê di nava 24 saetan de ragihîne ku wê di navbera Îsraîl û Hamasê de rawestana însanî kengê dest pê bike.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, rawestana însanî ya di şer de wê 4 rojan be û dibe ku ev mawe bê dirêjkirin û li hember serbestberdana 50 sivîlên jin û zarok ên li Xezzeyê tên girtin, hin sivîl jî wê ji girtîgehên Îsraîlê bên berdan.

Li gorî vê peymanê wê kemyonên alîkariyên mirovî ku di nav wan de sotemenî jî heye, bikevin Xezzeyê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Qeter wê xebatên xwe yên dîplomatîk ên ji bo kêmkirina rageşiyê, rawestandina xwînê û parastina sivîlan bidomîne û hat destnîşankirin ku Misir û Amerîka ji ber hewldanên wan ên ji bo lihevkirinê hatin qedirgirtin.

- Îsraîl û Hamasê ragihandin ku wan peyman pejirandine

Hikûmeta Îsraîlê bi şev di daxuyaniya xwe de ragihand, peymana pevguhertina girtiyan û agirbesta demkî qebûl kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, kabîneya Îsraîlê agirbesta demkî ya 4 rojan pejirand û ev qonaxa yekem a armanca vegerandina hemû êsîrên Îsraîlê yên li Xezzeyê ye û wiha hat gotin: "Ji bo serbestberdana 50 rehîneyan tê pêşbînîkirin ku şer bê sekinandin."

Di daxuyaniya kabîneya Îsraîlê de hat diyarkirin, ji bo her 10 girtiyên ku bên berdan wê rojek din jî bên sekinandin û hat destnîşankirin, hikûmet û artêşa Îsraîlê ji bo tasfiyekirina Hamasê wê şerê xwe bidomînin.

Ji aliyê din ve Tevgera Hemasê ragihand ku di derbarê pevguhertina girtiyan û agirbestê de lihevkirinek çêbûye. Hamasê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya derbarê mijarê de agahî parve kir ku agirbesta demkî wê 4 rojan bidome û di berdêla 50 mehkûmên Îsraîlî yên di vê heyamê de bên berdan wê 150 Filistînî ji girtîgehên Îsraîlê bên berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin