PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil aşkere kir ku êrîşa duhî ya li restoraneka Hewlêrê kiryareka terorîstî bû û êrîşkeran bo wê kiryarê plan danabûn.
Cotyar Adil daxuyaniyek belavkir û tê da ragihand: “Li gor lêkolînên destpêkê rûdawa teqêkirinê ya roja 17 Tîrmeha 2019an bûye mirina 3 kesan karekî terorîstî bû. Bo wê kiryarê armanc û plan hatibû danîn.”
Herwiha di daxuyaniyê da amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku lêkolîn berdewam û pêşveçûn heye û di demeka nêzîk da rayagiştî agahdar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin