SOHR: Tirkiyê bo Idlîbê sewqiyeteke din kir

SOHR: Tirkiyê bo Idlîbê sewqiyeteke din kir

PeyamaKurd – Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiyê bo Idlibê sewqiyateke nû kiriye.

Li gorî nûçeyê, karwanê leşkerî yê sewqiyata Tirkiyê di Deriyê Sînorî yê Kefer Losîn re derbasî Idlibê bûye ku tê de 20 tank û bataryayên moşekan hebûne.

Hat diyarkirin ku heta niha 3 hezar û 825 wesayîtên leşkerî yên Tirkiyê derbasî Idlibê bûne û her wiha gelek leşkerên Tirkiyê jî li herêmê bi cî bûne.

Ji hêla din ve hikûmeta Sûriyê jî duh hêzên zêdetir şandin derdora Idlibê. Tê gotin ku rejîma Sûriyê jî bi rêya Heleb-Lakiyê bo deverê sewqiyata xwe didomîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin