Belema masîgiran noq bû: 17 kes mirin

Belema masîgiran noq bû: 17 kes mirin

PeyamaKurd – Li Rûsyayê di encama noqbûna belema masîgiran de, ji 19 masîgiran 17 ji wan mirin.

Hat ragihandin ku li Deryaya Barentsê li dorûbera herêma Arhangelsk a Novaya Zemlyayê, belemeke masîgiran li cemserê qelibî ye û piştre noqî nav deryayê bûye.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ragihand ku ji 19 masîgirên di belemê de 17 ji wan mirine û 2 kesên din jî hatine rizgarkirin ku hemû masîgir ji regeza rûsî bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin