PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê navçeya Çelikhan a bakurê Kurdistanê 9 kesên ku bi hinceta ‘Endamtiya rêxistinê’ di navbera rojên 9-13ê Adarê de hatibûn binçavkirin, derketin pêşberî dadgehê.
Dozgeriyê bi heman hincetê daxwaza girtina wan ji dadgehê kir û dadgehê jî di danişîna îro de, biryara girtina 6 kesan da.
Hat zanîn, di nav kesên hatine girtin de, hevşaredarên berê yên navçeya Bulamê Mehmet Çaglan û Cevahîr Buyukşahîn jî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin