PeyamaKurd - Wezîrên enerjî û jîngehê yên welatên G20 îro û sibe li bajarê Napolî yê Îtalya di derbarê kêmkirina guherîna keşûhewayê, berdana gaza gerimker û piştgirêdana bi gaza enerjiya xwezayî de dicivin.
Civîn hevdem e li gel hejmarek karesatên xwezayî ji wan lehiya Ewropa ku li Almanya û Belçîka bûye sedema canjidestdana bêhtirî 200 kesan, şewitîna daristanan li Amerîka û Rûsya ku bûye sedema sotina rûberek zêde, lehiya Çînê ku ziyanên canî û maddiyên mezin berketine.
Çîn û Amerîka bi 17 welatên din re û bi Yekitiya Ewropa re koma 20, wate 20 pîşesaziyên mezin yên cîhanê pêk tînin.
Malpera fermî ya koma 20 diyar dike, welatên wê komê ji sedî 80ê ya tevahiya berhemên navxweyî, sedê 75ê bazirganî û sedî 60ê runiştvanên cîhanê pêk tînin. Ji ber vê jî erkê herî mezin yê rêgirtina li guherîna keşûhewayê ketiye stûyê wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin