PeyamaKurd- Radyoya Îsraîl ragihand ku do hêzên hewayî yên Îsraîlê li Golanê êrîşên hewayî pêkanîne û di encamê de 7 kesan kuştiye. Piştî vê êrîşê Rûsya ragihand ku dê li herêmê jendirmeyên xwe bicîh bike.
Radyoya Îsraîlê weha got: “Li Golanê li beşa ku li Sûriyê dimîne, artêşa me êrîşên hewayî kiriye ser baregehên terorî.” Lê di mijara jimara kuştiyan de ti agahî neda.
Hema li pey vê agahiyê ajansa Rûsyayê ya Interfaxê nûçeyeka dinê da. Li gor nûçeyê Rûsya cendirmeyan dişîne Golanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin