Li Batmanê sîfona kanala avdanê teqiya: 120 ton genim li ber avê çû

Li Batmanê sîfona kanala avdanê teqiya: 120 ton genim li ber avê çû

PeyamaKurd – Li Batmanê sîfona kanala avdanê ya ku avê dide cotkaran teqiya û di encamê de 120 ton genimê ku keda salekê ya cotkaran li ber avê çû.

Li gundê Darbîşan ya navendê ji ber sîfona ku di kanala avdanê ya Bendava Batmanê ya ku avê dide Deşta Batmanê teqiya, qadeke berfireh di bin avê de ma.

Hat zanîn, cihê ku gundiyan bêdera xwe ya genimê lê danîbûn û baxçeyên fêkî û sebzeyan di bin avê de man. Cotkar gund bi derfetên xwe hewl dan ku berê avê biguherînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin