Analîz/Qeyran wê bi ketina TLyê dest pê bike!

Analîz/Qeyran wê bi ketina TLyê dest pê bike!

PeyamaKurd- Tê texmînkirin ku qeyrana dovîzê ya li Tirkiyê wê bazarên ku bi pêş dikevin jî têxe bin bandora xwe û li qada navnetewî jî ruxîneke malî wê çêbibe.

Dorpêça Amerîkayê ya li ser Tirkiyê, ne tenê pereyên Tirkiyê (TL) bandor kir. Di heman demê de Pealê Brezîlyayê û Pesoyê Meksîka, Şîlî, û Kolombiyayê jî bandor kir. Ev du sal in ku Rubleyê Rûsî jî li hember dolarî di asta herî kêm de diçe û tê. Li gorî analîstan qeyrana navnetewî, wê bi rûxîna TLyê Tirkiyê dest pê bike.

TLyê Tirkiyê ji destpêka salê heta niha, li hember Dolarî ji %40 bihayê xwe winda kir. Xirabûna pêwendiyên bi Washingtonê re wekî sebeba eslî tê nîşandan. Enqerê Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson yê ku bi sixuriyê tê sûcdarkirin, berneda. Li dijî vê geşedanê Amerîkayê jî baca li ser hesin û polayê ku ji Tirkiyê tê, du qat kir û bi vî rengî dorpêç danî ser Tirkiyê. Di encamê de di çend rojên dawî de TLyê Tirkiyê li hember Dolarî ji %25an zêdetir bihayê xwe winda kir.

Qeyran wê çawa dest pê bike?

Li gorî ekonomîstan bandora domînoyê xwe hêdî hêdî dide hîskirin. Rewşa niha hinek işaretan dide ku qeyraneke aboriyê nêzîk dibe. Pirsgirêkên siyasî yên di navbera dewletan de jî wê derketina qeyranê bileztir bikin. Rewşa niha dişibe ruxîna berî niha bi bîst salan ya 1998an.

Di wê demê de jî her tiştî li Asyayê dest pê kir. Pêşiyê borsaya Taylandê ruxiya. Piştre jî bi dorê Endonezya, Filîpîn, Malezya, Koreya Başûr û taliyê Rûsya jî kete nava qeyrana aborî. Razemendan jî xwe ji ekonomiyên ku bi pêş dikevin, kişandin.

Stratejîst Hardy: Rewşa Tirkiyê li ser aboriya dewletên wekî Efrîqaya Başûr, pir bandorê dike.

Gelek pispor qebûl nakin ku bandora Tirkiyê li ser aboriyên derve zêde heye. Stratejîstê dovîzan yê Saxo Bankê John Hardy dibêje hinek bandora Tirkiyê li ser aboriya dewletên weke Efrîqaya Başûr heye, lê belê li ser ya navnetewî pir hindik e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin