Amerîka, Îngîltere û Awûstralya di çekên hîpersonîk de hevkariyê dikin

Amerîka, Îngîltere û Awûstralya di çekên hîpersonîk de hevkariyê dikin

PeyamaKurd - Amerîka, Îngîltere û Awûstralya di çarçoveya peymana "AUKUS" de, wê di mijara çekên hîpersonîk de hevkariyê bikin û bi hevre bixebitin.

Li gor ragihandina nivîskî ya her sê dewletan ya îro; serokê Amerîkayê Joe Biden, serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson û serokwezîrê Awûstralyayê Scott Morrison di çarçoveya peymana AUKUS ê de civînekî li ser mijarê kirin. Bi daxwuyaniya piştî civînê de, her sê dewlet sozên xwe yên ji bo peymana AUKUS ê û ‘Hind-Pasîfîka zelal û azad’ piştrast kirin.

Her sê dewlet di daxwuyaniyê de behsa astên xebatên di derbarê bernama keştiyên noqavê yên bi enerjiya nukleerî dixebitin ya Awûstralyayê kirin, razîbuna xwe diyar kirin û weha gotin:

“Me îro di derbarê çekên hîpersonîk û ekîpmanên herba elektronîkî de xebateka hevbeş ya sêqolî da destpêkirin û di mijara bergiriya înovasyonê de biryarê da ku hevkariya xwurttir bikin.”

Her sê dewlet peymana keştiyên nukleerî ya ku bi Fransayê re hatibû kirin betal kiribûn û di navbera wan û Fransayê de dijberiyekî mezin çêbû bû. Piştî peymana navbera Fransa û Awûstralyayê di rêya Îngîlîzan de xerab bû, her sê dewlet di 15 ê êlûna 2021 ê de peymana AUKUS ê îmze kiribûn.

Peymana ku Awûstralya bi Fransayê re di sala 2016 an de îmze kiribû, li ser hilberîna 12 keştiyên noqavê yên nukleerî bûn ku bi dolarên Awûstralyayê dikir 90 mîlyar dolar û bi dolarê Amerîkayê dikir 66.6 mîlyar dolar.

Li ser betalkirina peymanê hukumeta Fransayê Îngîlterê bi îxanetê binav kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin