Sûriye | 3 welatên ewropî ji bo Idlibê bangewazî kirin

Sûriye | 3 welatên ewropî ji bo Idlibê bangewazî kirin

PeyamaKurd - Brîtanya, Almanya û Fransayê bi daxuyaniyeke hevbeş banga rawestandina şer û aloziya ku li Idlibê berdewam dike kirin.

Her sê welatan di daxuyaniya hevbeş de, banga rawestandina alozî û rageşiya li Idlibê kirin û gotin, “Divê ev bilindbûna tevgera leşkerî bilez bê rawestandin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Bombardimanên bi awayê rasthatî ku bi bombeyên bermîlan li dijî sivîlan û binkeyên alîkariyên mirovî pêk tên, dijî hiqûqa navdewletî ne.”

Hêjayî gotinê ye, di demên dawî de hêzên rejîma Esed bi piştevaniya balafirên şer ên Rûsyayê li dorûbera Idlibê operasyon dane destpêkirin û heta niha bi sedan kesan di encama wan êrîşan de can dane.

Parêzgeha Idlibê ya Sûriyê di bin kontrola hêzên tundrew ên opozîsyonê û alîgirên Tirkiyê de ye ku di navbera Tirkiye-Rûsyayê de rêkeftina Soçiyê ji bo derxistina çekdarên tundrew hatibû kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin