Weqfa Tahir Elçî û Baroya Amedê rêzeçalakiyên bîranînê didin destpêkirin

Weqfa Tahir Elçî û Baroya Amedê rêzeçalakiyên bîranînê didin destpêkirin

PeyamaKurd - Baroya Amedê û Weqfa Tahir Elçî, di 4emîn salvegera kuştina Tahir Elçî de, wê 28ê Mijdarê dest bi rêzeçalakiyên bîranînê bikin.

Li gorî bernameya hatiye danîn, bîranîna Elçî wê di 28ê Mijdarê bi meşeke ji ber Dadgeha Amedê heta Minaraye Çar Ling bê lidarxistin dest pê bike. Meş wê saet di 10.15’an de dest pê bike û li ber Mînareya Çar Ling piştî daxuyaniyê bi dawî bibe. Dê gelek hiqûqnas û siyasetmedar jî beşdarî meşê bibin. 

 Di heman rojê de Elçî wê saet di 13.00an de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoya Amedê were bibîranîn. 

29ê Cotmehê jî Nobeta Edaletê ya her mehê carekê li bajarekî tê lidarxistin, dê ji bo bîranîna Elçî li ber Dadgeha Amedê bê lidarxistin. Mijara Nobeta Edaletê jî “Tahîr Elçî û Faîlên Nediyar” e. 

Heman rojê wê saet li 15.00an de li Xan Hesen Paşa ya Sûrê ji bo bîranîna Tahîr Elçî bi navê “Aştî û Azadî” pêşengeha wêneyan were vekirin. Li demjimêr 17.00 jî li Sînmeya Bajêr a Diyar Galeria fîlmê “Gorulmuştur (Hatiye dîtin)” dê were pêşandan.

30ê Mijdarê jî li demjimêr 10.00 li Eywana Konferansê ya Baroya Amedê bi sermijara “Tevgera Gelê Kurd û Parêzer Tahîr Elçî” panelek were lidarxistin û wê heman rojê li demjimêr 17.00 jî li Sînemaya Bajêr a Diyar Galeria fîlmê “Zer” were pêşandan.  

Baroya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî hemû parêzer û welatî vexwendin beşdariya bernameyên bîranîna Tahir Elçî. 

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî 28ê Mijdara 2015an dema li ber Mînareya Çar Ling a li navçeya Sûra Amedê, li dijî şer û pevçûnan û rûxandina minareyê dida hatibû kuştin û hîn jî kujerên wî nehatine eşkerekirin û cezakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin