PeyamaKurd – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, do civîna Desteya birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriye, li nivîsgeha navendî, hat lidarxistin.
Di civînê de, rojeva ku hatî destnîşankirîn hat gotubêjkirin.
Rojeva Civînê:
1 – Rewşa rêxistinî.
2 – Nirxandina qonaxa bihûrî.
3 – Rewşa çand û rewşenbîrî.
4 – Rewşa kovara Pênûsa azad.
5 – Lidarxistina kongirê Y. N. K. S.
Piştî rawestanek berfireh, li ser rewşa Y.N.K.S. a ku bi erênî hate nirxandin û bi taybetî damezirandina her du şaxên Dihok û Hewlêrê bi saya şanda yekîtiyê û nivîskarên endam li herêma Kurdistanê, hêja ye gotinê ku wê di demek nêz de nûnertiya Y. N. K. S. li Ewropa jî bê ragihandin.
Di dawî de komîteya lidarxistina kongrê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya hat afirandin û biryar hate standin ku lez lidarxistinê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin