PeyamaKurd - Tevgera Hemas îro (duşemê) ragihand ku desteya Xezayê ku bi dehan sal e Xeza bi rê ve dibir, fesix kiriye û komîteyeke teknokrat a neteweyî dê kar û barên sivîl bi rê ve bibe.
Serokê ofîsa ragihandinê ya hikumeta Hemasê Îsmaîl El Sewapta ji AFP’ê re got: “Serokê komîteya awarte ya hikumetê Mihemed El Fera ji karê xwe îstîfa kir.
Her wiha biryar da ku komîteyê fesix bike û karên îdarî û hikumî derbasî komîteya neteweyî ya rêvebirina Xezayê bibe.”
Her wiha destnîşan kir ku komîteya neteweyî ya rêvebirina Xezayê ji aliyê meclisa aştiyê ve ku serokê Amerîkayê Donald Trump ava kiribû, hat avakirin. Meclisa aştiyê Cotmeha 2025`an hatibû avakirin