Li Erbîlê kamyon derbasî şerîdan bû: 2 kes mirin û 9 kes birîdarin

Li Erbîlê kamyon derbasî şerîdan bû: 2 kes mirin û 9 kes birîdarin

PeyamaKurd – Li Başûrê Kurdistanê li ser rêya Erbîlê û Koyê li texma Kesnezanê kamyonekî ji kontrola şofêr derket û derbasî rêya dinê bû. Di encamê de kamyon li gelek erebeyan ket û rawestiya.

Di qezayê de 2 kes mirin û li dora 8 an 9 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku kamyon bi kîrecê barkirî bûye û ji Koyê diçû Erbîlê.

Li gor ragihandina Rûdawê; 8 an 9 erebe ketine ber qeza kamyonê, agir bi hinek ji wan erebeyan ketiye û hinek erebe nema tên bikaranîn. Polîsê Kesnezanê ajotvanê kamyonê xist bin çav. Lêpirsîna li ser qezayê dewam dike.