Li Koyê tanker, kamyon û traktor li hev ketin: 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn

Li Koyê tanker, kamyon û traktor li hev ketin: 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Erbîlê li navça Koyê (koysancaq) 3 alav li hev ketin. Piştî qezayê agir bi tankêrê ket û 3 kes ji ber agirê tankêrê mirin û 2 kes birîndar bûn.

Qeza nêzî gundê Qazbegianê çêbû û di qezayê de tankêrekî, traktor û kamyonekî li hev ketin. Li ser agir bi tankêrê ket, îtfaiyê û tîmên tenduristiyê çûn ciyê qezayê.

Berdevkê rêvebiriya tenduristiyê yê navça Koyê Hawkar Ali ji Rûdawê re ragihandiye ku encama qezayê gelek xerab e. Hawkar Ali gotiye:

“Heya niha 2 birîndar hatine nexweşxanê. Mixabin li ciyê qezayê ajotvanên tankêr, kamyon û jinekî ku di alavan de bûye, li ciyê qezayê mirine.”

Rêvebirê çûn û hata Koyê Yarbay Sangar Salahuddin ragihandiye ku li ciyê qezayê xebatên wan dewam dikin. Salahuddin got:

“Tîmên me niha li ciyê qezayê lêkolîn dikin. Piştî agir vemirînin û rê paqij bikin, em ê li ser qezayê agahiyên berfireh bidin.”

Cenazên miriyan şandine morga tiba edlî da li ser wan otopsiyê bikin.