Li Besniyê kamyonet û motorsîlet li hev ketin: 1 mir û 1 birîndar bû

Li Besniyê kamyonet û motorsîlet li hev ketin: 1 mir û 1 birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Besniyê kamyonetekî û motorsîletekî li hev ketin û ajotvanê motorsîkletê Rıdvan Sağır (35) mir û ajotvanê kamyonetê Medet Ergün (48) giran birîndar bû.

Qeza piştî nîvroj li ser rêya Besni-Semsûrê qewimî. Dema tîmên tenduristiyêyên 112an çûn ciyê rûdanê, Ergün û Sağır birin nexweşxana dewletê ya navça Besniyê. Rıdvan Sağır li nexweşxanê can da.

Li ser qezayê lêpirsîna tîmên asayîşê dewam dike.