Li Hatayê 2 otomobîl li hev ketin: 6 kes birîndar bûn

Li Hatayê 2 otomobîl li hev ketin: 6 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê li navça Reyhanlıyê li taxa/gundê Beşaslanê du otomobil li hev ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in.

Dema agahiyê dan tîmên tenduristiyê yên 112an, tîmên cendirmeyan, ambûlans û îtfaiye çûn ciyê qezayê. Tîmên îtfaiye kesên di nava otomobîlan de asê man, wan derxistin û teslîmê tîmên tenduristiyê kirin.

Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê û li ser qezayê lêpirsîn ji aliyê cendrmeyan de dewam dike.