Minibusa karkeran û otomobîlekî li hev ketin: 7 birîndar

Minibusa karkeran û otomobîlekî li hev ketin: 7 birîndar

PeyamaKurd – Li Dîlokê (Gaziantep) li navça Şehitkamil li Sanayiya Organize ya 5em otomobîlekî û minibusa karkeran hildigirt li hev ketin û di encamê de yek jê giran 7 kes birîndar bûn.

Otomobil di qezayê de bû xurde û minibus jî li refujê ket. Piştî tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê birîndaran birin nexweşxanên cuda yên bajêr. Di nava birîndaran de rewşa yekî girane.