PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li taxa Sursuruyê li ser rêya Mehmet Cemiloğlu, otomobîlekî û teksîkî li hev ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Navên ajotvanan nehat zanîn lê tenê plaka erebeyên wan hatin ragihandin: 23 ADE 245 û 23 T 0351. Di wexta qezayê de di teksiyê de ajotvan û rêwiyekî hebûn. Di otomobîlê de 4 kesên hebûn tev birîndar bûn.
Polîs û tîmên tenduristiye dema gihan ciyê qezayê, birîndaran birin nexweşxanên cuda yên bajarê Xarpêtê.