PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li feleka Muhsin Yazıcıoğlu erebeyekî bazirganî û 3 erebeyên din li hev ketin. Di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Dema tîmên tenduristiyê çûn ciyê qezayê 3 birîndaran li ciyê qezayê derman kirin û 5 birîndarên dinan birin nexweşxanên cuda yên bajêr.
Rewşa her 5 birîndarên çawaye nehat ragihandin lê li ser qezayê lêpirsîn dewam dike.