PeyamaKurd – Li ser rêya bajarê Riha û navça Sûrûcê (pirsûs) treylerekî, mînîbusa serwîsê, erebeyekî bazirganî û otomobîlekî li hev ketin û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên li bajêr. Tîmên pêwendîdar yên cendirmeyan, tenduristiyê û yên din li ciyê qezayê karên xwe temam kirin û birîndar niha li nexweşxanan derman dikin.