Îzmîrê de 11 erebe ketin nav qezayê: 2 mirî û 5 birîndar hene

Îzmîrê de 11 erebe ketin nav qezayê: 2 mirî û 5 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê îzmîrê li navça Bornovayê treylera ku frêna wê vala bû, derbasî şerîda dinê bû û li 10 erebeyan xist. Di nav erebeyan de erebeyekî ya polîs e.

Di encamê de 2 kes mirin ku yek ji wan polîs e. 5 kes jî birîndar bûn. Ji ber qeza nûye navên kesên mirî û birîndaran belav nebûn lê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr.