2 erebe di nav tunelê de li hev ketin: 7 kes birîndar bûn

2 erebe di nav tunelê de li hev ketin: 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li ser rêya navbera bajarên Erzeromê û Artvinê di tunelekî de 2 erebe li hev ketin û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Di tunelê de kamyoneta ku Mehmet Şahin îdare dikir li ereba bazirganiyê ya ku Ali Fuat Beyaz dajot bi serî li hev ketin. Di qezayê de ajotvanê otomobîlê Şahin, yên di erebê de bûn Orhan B., Şenol A. û Murat Ö., yên di kamyonetê de bûn ajotvan û yên din Doğan Ü. Û Seçkin Ö. birîndar bûn.

Li ser çûna tîmên tenduristiyê ciyê bûyerê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya bajarê Artvinê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.