PeyamaKurd – Li bajarê Afyonê li navça Sinanpaşa li ser rêya Afyon-Antalya otobusekî ji pa re li kamyonetekî xist. Di encamê de kesekî mir û 15 kes birîndar bûn.
Otobusa ku Z.Y. dajot li kamyoneta ku li pêşiya otobusê diçû li ya ajotvanê bi navê H.S. xist. Kamyonet ji kontrola ajotvan derket û li baryerê ket û sekinî. Ajotvanê kamyonetê H.S. li ciyê qezayê can da.
Tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn ciyê qezayê û dîtin ku ajotvanê kamyonetê H.S. li ciyê qezayê miriye.
Di qezayê de kesekî ku di kamyonetê de bû û 14 kesên di otobusê de bûn birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên li der û dora ciyê qezayê.