Iraq: Di operasyona gendeliyê de parêzgerê bajarê Selahaddînê xistin bin çav

Iraq: Di operasyona gendeliyê de parêzgerê bajarê Selahaddînê xistin bin çav

PeyamaKurd – Li Iraqê di lêpirsîna gendeliyê (ruşwet) de, dema di derbarê parêzgerê bajarê Selahaddînê dikirin de, ji ber gendeliyê parêzger û rêvebirê giştî yê tenduristiyê Raid Cuburî xistin zîndanê. Di operasyonan de di bin erdê de di kûrahiya 4 metreyan de bi mîlyaran dînarê Iraqê û bi mîlyonan dolaran pere dîtin û dest danîn ser wan peran.

Dadgeha Bexdayê ya têkoşîna bi gendeliyê re ya cezayê ya 30.em di meha Gulanê de girtiyê ku bi gendeliyê dihat sûcdarkirin, cîgirê wezîrê petrolê yê ji karê rafîneriyê berpirs Adnan Cumeyli, di dosya wî de detayên nû derketin ortê û bi raya giştî re hatin parvekirin.

Dadgerê lêpirsînê, di çarçova lêpirsîna Adnan Cumeyli de û îtîrafên wî de ketiye nav tevgerê û parêzgerê berê yê bajarê Selahaddînê Raid Cuburî xistine bin çav. Li ser operasyonan rayedar ji Rûdawê re gotine:

“Îro ber destê sibê, seet di 02.30an de hêzên ewlehiyê li nahiya Haccacê avêtine ser malê û rêvebirê tenduristiyê yê niha xistine bin çav.”

Konseya Darazê ya Bilind ragihand ku kesên perê xistine zimmeta xwe, bi hezir li ser wan lêpirsînan dikin. Dadgerê lêpirsînê ragihand ku perê xistine dest, hinek ji wan peran di malan de û hinek ji wan di bin erdê de di kûrahiya 4 metreyan de xistine dest.

Perê ku heya niha ketiye destê darazê yê gendeliyê, ji 98 milyar dînarî derbas kiriye. Perê ku xistine dest; tenê îro 67 milyar dînar perê Iraqê û 1 milyon dolar e. Di çarçova dosyayê de, heya niha 98 milyar dînar perê Iraqê û ji 11 milyon dolarî derbas kiriye.

Dosya bi berfirehî dewam dike û dibe girtin zêdetir bibin.