PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li feleka Geverê ya ser rêya esasî, minibus û kamyonekî li hev ketin. Di encamê de 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.
Bi sedema qezayê her dû alav jî wergeriyan. Li ser qezayê tîmên cendirmeyan, îtfaiye û tenduristiyê gihan ciyên qezayê. Di encama kontrola tenduristiyê de dîtin ku 3 kes mirine û 2 kes jî birîndarin. Navên can dayiyan û birîndaran nehatin ragihandin.
Birîndaran birin nexweşxanê û cesedan şandin morgê ji bo otopsiyê.