Li navça Tekmanê kamyona heywanan wergeriya û 130 heywan mirin

Li navça Tekmanê kamyona heywanan wergeriya û 130 heywan mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Tekmanê ji bo zivistan destpêdike ajalvanê ku heywanên xwe li kamyonê siwar kir û dibir navça Sêwerek a bajarê Rihayê, di fetlanekê de erebe wergeriya û di encamê de 130 heywanên wî telef bûn.

Qeza li ser rêya Tekman-Xinisê di km ya 4an de qewimî û di kamyonê de 300 heywan hebûn. Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê çûn ciyê bûyerê.

Ji bo rê vekin heywanên mirî û kamyonê ji nav rê derxistin. 130 heywan ji bo kesekî ku heywanan xwedî dike sermayeyekî mezine û xesara wî gelek zêde ye.