PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê (Kahramanmaraş) li navça Turkoğluyê li gundê Beyoğlu li devera Obe ya Çakmakê gur êrîşê ser heywanan kirin û 5 heywanan kuştin. Xelkê deverê debara xwe bi heywanan dike û di çaxên weha de ajalvan gelek zerarê dibînin.
Li ser êrîşa guran ya ser heywanan rayedar li deverê lêkolînan kirin. Eger sîgorta heywanan hebe dê şîrketa sîgortayê zerara wan bide.