PeyamaKurd – Nûnera Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, bi daxuyaniyekê êrîşa şeva borî ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û da zanîn, ev bûyer mînaka gaveke din a metirsîdar e ji bo dirustkitina aloziyê û têkdana aramiyê ye.
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert bi twittekê destnîşan kir: “Bûyerên şeva din li Herêma Kurdistanê rû dane, mînaka gaveke din a metirsîdar e ji bo dirustkitina aloziyê û û têkdana aramiyê li Iraqê.”
Herwiha eşkere kir: “Em van kiryaran şermezar dikin û em daxwazê ji Hikûmetên Federal û Herêma Kurdistanê dikin ku bi lez û bi yekdengî kar bikin da ku rê li ber dubarebûna van êrîşan bên girtin.”
Şeva borî 14.4.2021an careke din Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê rastî êrîşekê hat. Li gor zanyariyan, binkeya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li balafirxaneyê hatibû armanckirin, li tu ziyanên canî nebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin