Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19: 12 wefat, 111 pêketiyên nû

Rojava | Rewsa dawî ya Covid-19: 12 wefat, 111 pêketiyên nû

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin deshilata Rêveberiya Xweser, di 24 saetên dawî de 111 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 12 kesan jî wefat kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên dawî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand; 111 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan jî can daye.

Li gorî daxuyaniyê 51 kes li Hesekê, 12 kes li Qamişlo, 10 kes li Dêrikê, 5 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Girkê Legê, 22 kes li Reqayê, 1 kes li Şehbayê, 3 kes li Kampa Holê û 5 kes li Kampa Rojê bi vîrusa koronayê ketine.

Herwiha 17 nexweş jî baş bûne ku hejmara başbûyên heta niha gihîştiye 1582 kesan.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 15673 kesan û 557 wefat jî heta niha hatine tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin