PeyamaKurd - Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) desteya xwe ya rêveberiyê bi daxuyaniyekê eşkere kir û ragihand, Berdevkê HezKurdê Barij Celalî ye û Berpirsê Koordinasyona Navendî jî Fevzî Bulgan e.
Di daxuyaniya HEZKURDê ya ragihandina rêveberiya nû de hat gotin, “Hereketa Zimanê Kurdî, însîyatîvek sivîl û rewa ye û li dijî hemî cûreyên tundûtûjîyê ye. Û li ser bingeha yasayî û hiqûqî hatiye avakirin, daxwaza perwerdeya bi Zimanê Kurdî dike.”
HEZKURD 6ê Îlona 2020an li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê bi fermî damezrandina xwe ragihandibû.
Rêveberiya HEZKURDê ji van kesan pêk tê:
Berdevkê HezKurdê: Barij Celalî
Berpirsê Koordinasyona Navendî: Fevzî Bulgan
Berpirsa Karên Derve: Rûken Serhedî
Berpirsê Karê Dîplomatîk: Fethullah Elçî
Berpirsê Karê Hiqûqî: Abdurrahîm Gozegir
Berpirsa Ciwanan: Leyla Babosî
Berpirsê Ciwanan: Adem OK
Berpirsa Jinan: Zerya Dilsoz
Berpirsê Civakî: M. Said OZTURK
Endamên Rêvebirîya Navendî: Aydin Dere , Îbrahîm Sediyanî, Îrfan Amed
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin