Macron û Pûtîn careke din li ser aloziya Ûkraynayê dicivin

Macron û Pûtîn careke din li ser aloziya Ûkraynayê dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandina ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî hevdîtina li Moskowê ya hefteyên borî, careke din ji bo navbeynkariyê û bidawîanîna krîza Ûkraynayê bi Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn re pêwendiyeke telefonî pêk tîne.

Herwiha li gorî medya Fransî dibe ku piştî pêwendiya îro ya telefonê bi Pûtîn re, Macron careke din serdana Moskowê bike û rûbirû jî hevdîtinekê pêk bîne.

Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFPê jî ragihandiye ku pêwendiya Macron û Pûtîn piştî banga Kîevê ya li hevalbendên welatên rojavayî pêk hatiye û Macron jî ji bo navbeynkariyê û berdewamkirina ‘siyaseta agirbestê’ li herêmên Donetsk û Luhanskê ketiye tevgerê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin