Welatiyê Kerkûkê hawara xwe digihîne Serok Barzanî: Ti kes xwe weke xwediyê Kurdan nabîne

Welatiyê Kerkûkê hawara xwe digihîne Serok Barzanî: Ti kes xwe weke xwediyê Kurdan nabîne

PeyamaKurd – Îro 15ê Adarê alîgirên Heşda Şeibî li Kerkûkê li dijî valakirina baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku Odeya Operasyonên Leşkerî tê de bicih bûye, xwepêşandan kirin û li dijî vegera PDKê bo Kerkûkê derketin.

Kurdên Kerkûkê li dijî vê hewldana alîgirên Heşda Şeibî ku wekî dagirkerin li Kerkûkê bertek nîşan dan ku di heman demê de pêkhateyên Ereb û Tirkmen jî ji vê hewldanê nerazî ne.

Xortekî niştecihê bajarê Kerkûkê bi rêya K24ê daxwaz ji Serok Barzanî kir ku bigihe hawara Kerkûkê.

Li gorî zanyariyan kesên ku xwepêşandan kirine, nêzîkî komeke Heşda Şeibî ne û rêya sereke ya navbera Kerkûk û Hewlêrê li her du rêyên çûnûhatinê girtine, ji ber vê yekê jî zirar gihandine bi hezaran kesan û bi hezaran wesayît jî li ser rê asê mane.

Welatiyekî xelekê Kerkûkê dibêje: “Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, rewşek bi ser Kerkûkê de hatiye sepandin ku ti desthilatek ji bo Kurdan li vî bajarî nehiştine. Gelek zilm li me tê kirin û ji aliyê ewlehiyê ve jî zilmeke mezin li pêkhateya Kurd tê kirin.”

Ew welatî diyar dike: “Em weke Kurd, li vî bajarî bêkes in. Hawara me bo Cenabê Serok Barzanî ye, çimkî ti kes li Kerkûkê xwe weke xwediyê Kurdan nabîne û her kesê ku li Kerkûkê dijî, vê rastiyê dizane ku niha em di rewşeke nebaş de dijîn û rewşa ewlehiyê ya nelibar bi ser me de hatiye.” 

Ji bo xwepêşandanên alîgirên Heşda Şeibî jî ew welatî dibêje: “Dixwazin PDK venegere Kerkûkê. Lê hemû aliyên siyasî li vî bajarî hene, tenê PDK tune, loma radestkirina baregehên PDKê dê kêşe û pirsgirêkên welatiyan çareser bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin